Bi dehan kes canê xwe ji dest dane.
Direngiya şeva derbasbûyî li Bexdayê agir bi nexweşxaneyek bi navê Ebnî Xetîb ket û di encam de bi dehan kes canê xwe ji dest dan.
Li gor zaniyariyan agir di encama teqîna kepsûleke oksîjinê de çê bûye.
Ev nexweşxaneya han taybet bûye bi derman kirina berketiyên Koronayê.
Di encama bûyerê de herî kêm 27 berketî û kesên li gel wan canê xwe ji dest dane û hijmareke gelek zêde jî birîndar bûne.
Wezareta tendirostî ya Îraqê diyar kiriye ku hêzên hawar hatinê karîne agirê vemirînin lê hîn jî amarên qurbaniyan bi temamî nehatiye zelalkirin.
Ev lînka dema teqînê ye.
https://youtu.be/KImtBjLaSqM
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin