Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir ku ev jî naveroka peyamê ye;
Bi minasebeta Roja cîhaniya rojnamegeriya Kurdî û derbasbûna 123 sal bi ser derketina yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê re, ku ligel salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hevdem e, ez pîrozbahiyeke germ li hemû medyakar û rojnamevanên Kurdistanê dikim.
Îro li Herêma Kurdistanê, ji bo bizava rojnamevanî, derfeteke zêrîn çêbûye û ber bi qonaxeke pêşketî gav avêtiye, bi awayekî ku îro li Herêma Kurdistanê, bi sedan dezgehên hemû cûre ragihandinê hene û bi azadî karê xwe dikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi şanazî, ji bo çespandina zêdetir bingehên azadiya medya û demokrasiyê xebitiye û her dem ji dil xwestiye ku zemîneke guncaw ji bo karê rojnamevaniyê pêk bîne.
Qonaxa niha, ji hemû wextan zêdetir pêwîstî bi rojnamevaniyeke rasteqîn û profesyonel heye, loma divê rojnamevanên Kurdistanê, bi rêya pabendbûna bi yasa û etîka pîşeyî ya medyayê, rêz li karê rojnamevaniya xwe bigrin, da ku bi awayekî herî ciwan karê xwe bikin û bi berpirsyarî ligel pîşeya xwe tevbigerin û peyama wan di xizmeta armancên niştimanî de be.
Di vê boneyê de, em bi rêz û pêzanîn li xebat û têkoşîna rojnamevanên pêşeng ên Kurdistanê dinêrin, ku ewan xizmeteke mezin li karwana rojnamevaniya Kurdî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirine.
Serokwezîrê Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin