Beriya 123 salan yekem hijmara Rojnameya Kurdistanê hatiye çapkirin.
Rojnamegeriya Kurdî yaku beriya 123 salan bi derketina yekem hijmara rojnameya Kurdistanê li Qahireya Paytexta Misirê destpê kiriye, heta niha gelek qonaxên curbicur derbas kiriye, rastî gelek astengiyên curbicur hatiye, lê karwan berdewam bûye, gelek pêşkeftin çê bûne û îro di sed sala 21an de Rojnamgeriya Kurdî kariye xwe bigehîne asteke cîhanî.
Her sal roja 22 Nîsanê li seraserê Kurdistanê û diyasporayê were roja cîhaniya Rojnamgeriya Kurdî tê qebûlkirin û çend çalakiyên curbicur bo vê rojê jî tên organîzekirin.
Yekem hijmara rojnameya Kurdistanê yaku ji aliyê Mêqdad Elî Bedrxan ve li Qahireyê hatibû çapkirin weke roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye qebûlkirin û niha jî 123 sal ji ser re derbas dibe.
Weke tê zanîn beriya çend rojan jî parlementoya Kurdistanê 22ê Nîsanê bi fermî weke roja Rojnamegeriya Kurdî qebûl kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin