Li Serê Kaniyê şereke dijwar berdewame.
Li gor zaniyariyên berdest, komên cîhadî û terorîst yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanî kirin û li gel artêşa Tirkiyeyê bajarê Serê Kanî ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, bihev ketine.
Şer li ser lihev nekirinê li ser dabeş kirina mal û milkên Kurdan qewmiye û koma cîhadî ya Îzah ya ser bi koma Sultan Murad û koma Şukur Elşam de derketiye.
Di şerê de çekên giran û topxane jî hatine bikaranîn, ji her du aliyan kuştî û birîndar hene û çend gule top jî di nava axa Tirkiyeyê de ketine erdê.
Weke tê zanîn Serê Kanî û Girê Spî jî weke Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî ve hatine dagîr kirin û Tirkiye dest bi guhertina demogirafiya wan deveran jî kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin