Behsa rewşa Rojavayê kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê nûnerê Serokê Amerîkayê yê taybet bo karûbarên Sûriyeyê David Brownstein kir.
Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, erkê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê û Amerîkayê, amadebûna hêzên navnetewî, aramî û diyaloga navbera aliyên Kurdî hatin nirxandin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku qirîza aloz ya Sûriyeyê bi şev û rojek nayê çareserkirin û rêbazên leşkerî jî ne çareserin û lazime kêşeya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî û diyalogê werin çareserkirin.
Derbarê kêşeya Kurd ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku lazime kêşeya Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de were çareserkirin.
Derbarê erkê Amerîka û hevpeymaniya cîhanî de jî David Brownstein diyar kir ku, hîn jî DIŞI li deverê de metirsiyeke rastîne, jiber vê çendê jî Amerîka û hevpeymaniya cîhanî li ser piştîvanî kirina hevpeymanên xwe yên herêmî berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin