Ji aliyê Îstîxbarata Rûsyeyê ve hatiye girtin.
Li gor jêderên nûçeyan, îro şemî, îstîxbarata Rûsyeyê, Konsulusê Ermenistanê yê li bajarê St. Petersburg binçav kiriye.
Jêderên çapemeniyê li ser zarê rayedarên îstîxbarata Rûsyeyê belav kirine ku Konsulusê Ermenistanê yê li St. Petersburg Aleksandr Sosonyuk jiber hewldan bo bidest xistin û kom kirina zaniyarî û belgeyên nihênî hatiye girtin.
Îstîxbarata Rûsyeyê herwiha diyar kiriye ku Aleksandr di dema wergirtina hin belge û zaniyariyên nihênî de hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin