Amarên taybet bi Koronayê hatin belav kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 645 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 487 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 496 berketiyên berê jî baş bûne û 12 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha bi giştî li Kurdistanê 138 hezar û 222 kes bi Koronayê ketine, 116 hezar û 916 kes jî baş bûne û 3 hezar û 869 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin