17 kesên din canê xwe ji dest dan
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 1159 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 541 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 485 berketiyên berê jî baş bûne û 17 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin