Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 298 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19)ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 298 rewşên din ên koronayê hatine tespîtkirin, ew jî 166 mêr û 132 jin in û li van herêman in.
Hesekê: 42
Qamişlo: 88
Dêrik: 37
Dirbêsiyê: 6
Rimêlan: 1
Tebqa: 40
Reqa: 50
Kobanê: 25
Minbic: 5
Şehba: 4
Her wiha Ciwan Mistefa got 5 kesên din jî baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 12 hezar û 236 kes bi Koronayê ketine, ji wan 422 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 365 kes baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin