Beriya 30 salan hêzên pêşmerge artêşa Îraqê li Korê têk birin.
Di meha nîsana sala 1991an de, hevdem li gel koça miliyonî ya gelê Kurd li başûrê Kurdistanê, artêşa vê demê ya Îraqê yaku Sedam Husên Fermandarê giştî bû, êrîşên xwe yên dijî gelê Kurdistanê berfiretir kiribû.
Di roja 11ê nîsana sala 1991an de hêzên pêşmerge li devera Korê ya li nêzî Şeqlawayê, êrîşeke mezin ya artêşa Îraqê pûç kirin û artêşa Îraqê têk birin.
Ev têk birina han bû destpêka têkçûna yekcarî ya artêşa dagîrker li Kurdistanê de.
Di lehengiya Korê de ji bilî kuştina bi dehan leşkerên Îraqî û bi dîl girtina bi sedan leşkerên din jî, hêzên pêşmerge karîn dest deynin ser hijmareke zêde çek, cebelxane û amûrên leşkerî yên rejîma Îraqê.
Hîn çend tankên artêşa Îraqê di nava geliya Korê ya li ser rêya Şeqlawayê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin