Emîndarê Komkara Erebî gehêşte Hewlêrê

vê hin civîn û hevdîtinan pêk bîne.
کوردستان TV
100%

Vê sibê li gel Serokwezîrê Kurdistanê bicive.
Îşev Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebuelxeyis bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê.
Ebulxeyis li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed û berpirsê têkiliyên derve û çend rayedarên din yên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare di çarçoveya serdana xwe de Ebulxeyis sibê yekşem li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Weke tê zanîn ku danê êwariya roja şemî Ebulxeyis li Bexdayê li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya bû.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.