Zêdetir ji 600 kesên din bi Koronayê ketine

heta niha bi giştî 3 hezar û 776 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

11 kes jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bigiştî 612 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 396 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 384 berketiyên berê jî baş bûne û 11 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha bi giştî li Kurdistanê 131 hezar û 141 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 776 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.