Behsa çend mijarên hevbeş di navbera her du aliyan de hatiye kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro danê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiya.
Li gor zaniyariyên berdest, di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina navbera her du aliyan derbarê proje bûdceya fedralî û çend mijarên din yên hevbeş hatiye kirin.
Hîn jî derbarê naveroka civînê de ti daxuyaniyên fermî nehatine belavkirin.
Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê serdana Bexdayê kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin