Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Avrêlê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete hatin kuştin û 12 çete û leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) îro têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Avrêlê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete hatine kuştin, her wiha 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.
HRE’yê di daxuyaniya de xwe ev agahî dan:
“Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 19’ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû.
Roja 20’ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin.
Roja 24’ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.
Roja 28’ê Adarê, li bajaroka Marê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 noqteyên leşkeran hatin rûxandin.
Heman rojê, li gundê Celemê yê girêdayî Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.
Roja 7’ê Avrêlê, li Mareyê li hember baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek kar hat rûxandin.
Topbaranên artêşa Tirk a dagirker bi taybetî roja 7’ê Avrêlê de pir dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî tê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Li hember vê yekê, hêzên me roja 7’ê Avrêlê çalakiyek taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn.”
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin