Ji seat 8ê şevê destpê dike.
Komîteya rûbirû bûna Koronayê ragihand ku di çarçoveya rêkarên tendirostî yên bo xwe parêziyê ji Koronayê de, vê îşev qedexe li Kurdistanê de destpê dike.
Qedexe ji seat 8ê şevê destpê dike û heta 6ê sibê berdewam dibe.
Qedexe hem bo hatûçûya tirimbîlan û him jî bo hatûçûya însanaye.
Komîteyê diyar kiriye ku niha hêzên asayîş, ewlekarî, zirêvanî, tîmên tendirostî û aliyên têkildar dest bi amadekariyên pêwîst bo cîhbicîh kirina biryarên komîteya rûbirû bûna Koronayê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin