Duhê gereke din ya diyaloga steratejîkî hatibû organîzekirin.
Duhê gereke din ya diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de destpê kiribû û piştî bi dawiya hatina gera han, daxuyaniyeke hatibû weşandin û têde hatibû gotin ku li ser vekêşandina hêzên Amerîkî yên li Îraqê rêkeftin hatiye kirin.
Lê li ser mijara han îro Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîkayê Jon Kirby ragihand ku di gera duhê ya diyaloga steratejîkî de ti rêkeftinek li ser dema vekêşana hêzên Amerîkî ji Îraqê nehatiye kirin.
Kirby herwiha eşkere kiriye ku vê civîn û giftûgoyên teknîkî yên her du aliyan li ser mijara han berdewam bikin.
Weke tê zanîn ev demêke ku komên çekdar yên Îraqî yên nêzî Îranê daxwaza vekêşana hêzên leşkerî yên Amerîkayê dikin û car car jî li Îraqê êrîşî ser wan hêzan dikin.
Gera duyem ya diyaloga steratejîkî duhê bi beşdariya wezîrên derve yên Amerîka û Îraqê destpê kiribû lê piştî bi dawî hatinê, daxuyaniya ku derbarê naveroka gerê de hatiye weşandin bûye cîhê nakokiyan.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin