Îro preskonferansek lidar xist û behsa çend mijaran kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî preskonferansek lidar xist û têde behsa rewşa niha ya Kurdistanê, têkiliyên navbera Kurdistan û hikûmeta fedralî û çend mijarên din kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di preskonferansê de diyar kir ku karê herî lipêş ya hikûmeta Kurdistanê dabîn kirina mûçeya fermanberan û baştir kirina rewşa jiyana xelkê û pêşkêş kirina xizmetgozariyên pêwîste bi xelkê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî anî ziman ku di roja yekem ya destpê kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de, soza reforman û şerê dijî gendeliyê hatiye dayîn û niha jî di vê warî de gelek gav hatine avêtin û berdewam dibin li ser gavên xwe.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku prosesa reforman ne tişteke ku bi şev û rojek bi dawî bibe û encam bide belku prosesek dûr û dirêje û niha jî berdewame.
Barzanî anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser hewlên xwe yên bo baştir kirina jiyana xelkê, nehêştina rotînê di nava îdareyan de, û zêdetir kirina çavkaniyên dahatê.
Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê bûdce û para Kurdistanê de jî Serokwezîr ev yek diyar kir ku, niha hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta fedralî rêkeftinek îmze kirine, tişta ku diket ser milê Kurdistanê, kiriye û Kurdistan amadeye erkên xwe yên destûrî jî bê kem û korî cîhbicîh bike û lazime hikûmeta fedralî jî erkên xwe yên li hember Kurdistanê cîhbicîh bike.
Derbarê mijara Koronayê de jî Serokwzîr tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser dabîn kirina vaksîna Koronayê bo welatiyan, lê lazime welatiyên Kurdistanê jî hevkar û alîkarê aliyên têkildar yên hikûmetê bi taybetî wezaret û tîmên tendirostî bin û pêbendî şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin