Fuad Husên: Dixwazin têkiliyên xwe li gel Amerîkayê bihêztir bikin

dibêje her du alî li ser domandina diyalogê cidîne.
کوردستان TV
100%

Îro gera duyem ya diyaloga steratejîkî di navbera Amerîka û Îraqê de destpê dike.

Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Îraq gelek dixwaze daku têkiliyên xwe yên pir alî li gel Amerîkayê bihêztir bike.

Fuad Husên herwiha eşkere kir ku Îraq hewl dide daku têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê bihêztir bike.

Husên diyar kiriye ku gera sêyem ya diyaloga steratejîkî ya navbera her du aliyan de gelek girînge û her du alî li ser domandina gera han gelek cidî û biîsrarin.

Ev gotinên Husên di demekê dene ku vê îro çarşem gera duyem ya diyaloga steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê destpê dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.