Koreya Bakur ragihand ku ewê jiber pandemîya vîrusa korona beşdarî Olîmpîyatên Tokyo nebin.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Ung berê dîyar kiribû ku ewê beşdarîyê li olîmpîyatan bikin.
Komîteya Rêvebirina Olîmpîyatên Tokyo dîyar kir ku ew ne li bendê ku ne Koreya Bakur biryareke wisa bide û da zanîn ku ew bi wê biryarê şaş bûne.
Koreya Bakur di sala 2018’a de bo olîmpîyatên zivistanê tevî karbidestên hikûmetê, rojnamevan û sporvanan bi qasî 300 kes şandibûn Koreya Başûr.
Olîmpîyatên Tokyo dê di navbera Tîrmeh û Tebaxa 2020’an de li dar ketana, lê ew jiber pandemîya vîrusa korona hatibû paş xistin.
Çaverê ye ku Olîmpîyatên Tokyo îsal di 23’yê Tîrmehê de destpê bikin û 8’ê Tebaxê de bi dawî bibin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin