YAT û Hêzên Antî Terorê li kampa Holê 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin di nav de du jin di "Dîwana Hesbê" ya li kampê de kar dikin hene.
Li gorî rayedarên ewlehiyê yên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Hêzên Antî Terorê (HAT) vê sibehê li ser agahiyên ku ji çeteyên ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin, 4 operasyonên serdegirtin û kontrolkirinê li kampa Holê pêk anîn.
Di encamê de di beşên 5, 7 û 1 yên kampê de, 6 çeteyên sûrî û iraqî hatin girtin di nav de 2 jinên DAIŞ`î hene.
Li gorî heman rayedaran, çeteyên ku hatine girtin navên wan di lêpirsînên bi çeteyên ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê hatine girtin de wek endamên şaneyên DAIŞ`ê derbas bûne.
Têkildarî her du jinên DAIŞ`î rayedaran da zanîn ku her du jin bi navên Um El-Berai û Um Mihemed tê naskirin. Di "Dîwana hesbê" de kar dikin û cihên kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên xwestin eşkere nakin û endamên şaneyan vedişêrin.
Şevê din YAT`ê xeternaktirîn serçeteyên şaneyên DAIŞ`ê bi navê Ehmed Xaşi ku bi navê Ebû Xalid tê naskirin di operasyonekê de girt.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin