Li cîhanê zêdetir ji 130 miliyon kes bi Koronayê ketine

zêdetir ji 1 miliyon berketî jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Korona hîn jî li piraniya welatên cîhanê metirsiyeke mezine bo ser selametiya xelkê.

Li gor amarên berdest heta niha li seraserê cîhanê 131 miliyon û 979 hezar û 516 kes bi Koronayê ketine.

Malpera worldmeter belav kiriye ku heta niha 102 miliyon û 356 hezar û 726 berketî li seraserê cîhanê baş bûne û 2 miliyon û 867 hezar û 985 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya berketiyan û miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin û piştî Amerîkayê jî Brazîliya xwedan hijmara herî zêde ya pêketiyan û miriyane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.