25 ton paşmayî hatine helgirtin.
Birêveberatiya bajarvaniya Akrê û komîteya jîngehparêziya Akreyê ragihandin ku di wan rojên derbasbûyî de gelek torîstên navxweyî serdana cîhên torîstîkî yên Akrê kirine.
Li gor daxuyaniya bajarvaniya Akrê û komîteya jîngehparêziya Akreyê, torîst, di dema seyran kirinê de cîhên torîstîkî gelek riqêjkirin lewre tîmên wan yên taybet dest kirine bi paqêj kirina wan cîhan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heta niha 25 ton paşmayiyên torîstan li cîhên torîstîkî hatine helgirtin û cîhên han jî hatine paqêjkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin