Jiber cejna Qiyame pîrozbayî li wan dike.
Bi minasebeta hatina cejna Qiyame ya Hz Mesîh Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî yên li Kurdistan û cîhanê kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta hatina cejna Qiyame ya Hz Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî welatiyên mesîhî yên li Kurdistanê û seraserê cîhanê dikim.
Hêvî dikim ev cejna han bibe sedema bi dest hatina biratî, aramî û tenahî û nemana hertimî ya hizira teror û tundreviyê. Herwiha bibe sedema dawî hatina nehametî û êş û azarên welatiyên mesîhî û pêkhateyên din li Îraq û deverê de û tevahiya aliyan di nava aştî û biratî de ligel hev bijîn.
Cejna we pîroz be, hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
3ê Nîsana 2021an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin