Cejna Qiyame ya HZ Mesîh li wan pîroz kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Qiyame ya Hz Îsa Mesîh peyameke pîrozbayî pêşkêşî mesîhiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Bi minasebeta cejna qiyame ya HZ Îsa Mesîh gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim û hêvî dikim xwedê mezin nimêj û rojiyên wan qebûl bike û rojên cejnê jî bi şadî, xweşî û aramî derbas bikin.
Bi vê minasebeta han tekez li ser pere pêdan û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyan û çanda lêbûrînê dikin ku sîmayeke ciwan û girîng ya herêma Kurdistanê ye.
Hêvî dikin rihê bihevre jiyan, lêbûrîn û biratî di navbera tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî de bihêztir bibe, mirovatî jî bikeve qonaxek ku dûr be ji her cure tundrewiyê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
3/4/2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin