Li Efrînê ji aliyê cîhadiyan ve hatine revandin.
Navenda diyar kirin û ragihandin binpê kirina mafan ragihand ku Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, berdewamin li ser hewldanên xwe yên bo guhertina demografiya Efrînê û eşkence kirina şêniyên Kurd yên vê bajarê.
Li gor navenda han, tenê di meha Adarê de, 44 şêniyên Kurd yên Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyên Kurd bi awayekî rojane direvînin û bo azad kirina wan jî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin