Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi koronayê ketin

heta niha 389 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 73 kesên din bi şewba koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê DesteyaTenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku bi koroneyê jiyana xwe ji dest daye, 3 mêr ji Qamişloyê ne û yek ji Dêrazorê ye.

Mistefa destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 37 mêr in û 36 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 24

Qamişlo: 31

Dêrik: 12

Dirbêsiyê: 2

Dêrazor: 4

Her wiha Mistefa diyar kir ku kesekî ku bi koronayê ketibû, baş bûye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyên nû hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 10 hezar û 404 kesan, ji wan 389 kes mirine û hezar û 327 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.