Gelek xizmeta xuşik û birayên Êzidî kiriye.
Jiber koça dawî ya Doktora Kurd ya jêhatî Dr Nemam Xefûrî Serok Barzanî peyameke sersaxî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Mixabin nûçeya koça dawî ya Dr, Nemam Xefûrî ku, di warê însanî, mirovdostî û bihawar çûn û hevkarî kirina xuşik û birayên mez yên Êzidî roleke berçav hebû, gehêşte me.
Sersaxî didim mableta vê ya birêz, kesûkar, tevahiya heval û hevkarên Doctore Nemam Xefûrî, daxwaz ji xwedê mezin dikim rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî jî bide tevahiya aliyan.
Serok Barzanî
3. Nîsana 2021an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin