Zêdetir ji 300 kes jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Kurdistanê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 444 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 373 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 347 kes baş bûne û 14 berketî jî canê xwe ji dest dane ku hijmara herî zêde ya miriyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 6 kese.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin