Şêx Cefer li gel Konsulusê Tirkiyeyê civiya

behsa metirsiyên DIŞIê kirin.
کوردستان TV
100%

 

Behsa çend mijaran kirin.

Îro Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karacay kir.

Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina Şingalê û cîhbicîh kirina rêkeftina han û çend mijarên din hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa metirsiyên DIŞIê hate kirin û Şêx Cefer Şêx Mistefa eşkere kir ku, hîn jî metirsiya DIŞIê li Îraqê heye bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, bo dabîn kirina ewlekariya wan deveran, pêdivî bi hemahengiya zêdetir ya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de heye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.