Vê rêkarên tendirostî werin tundtir kirin

eger heye ku rêkarên tendirostî werin şidandin.
کوردستان TV
100%

 

Sibê komîteya rûbirûbûna Koronayê dicive.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku rewşa tendirostî jiber zêde bûna Koronayê bi taybetî cureya nû ya Koronayê, gelek metirsîdare.

Dr, Saman Berzencî herwiha diyar kir ku biryare sibê sêşem komîteya rûbirû bûna Koronayê bicive û di civînê de giftûgo li ser rêkarên nû û tundtir kirina rêkar û şîretên heyî bike.

Berzencî tekez li ser vê yekê kir ku vê di civînê de bi berfireyî nîqaş li ser tundtir kirina rêkarên rûbirû bûna Koronayê were kirin û jixwe niha li hin Parêzgehan hêdî hêdî rêkar têne tundtirkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.