4 keştiyên din yên şerê şandiye Rojhilatê behra spî.
Aloziyên heyî yên li Rojhilata behra spî berdewamin û Rûsye yek ji wan welatane, ku hêzeke gelek zêde li deverê kom kiriye.
Li gor jêderên nûçeyan îro jî Rûsye 4 keştiyên din yên şer şandiye Rojhilata behra Spî û pispor jî behsa vê yekê dikin ku hêz kom kirina Rûsyeyê li deverê, amadekariye bo destpê kirina operasiyoneke mezin li dijî cîhadiyan li Îdlibê.
Rûsye beriya niha 12 keştiyên şer şandibû deverê û bi wan 4 keştiyên ku îro şandiye, niha 16 keştiyên şer yên Rûsî û çend amûrên din yên teknolojîkî yên şerê li deverê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin