4 welatiyên din yên Kurd hatin girtin

piştî newrozê heta niha bi dehan kes hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Operasiyonên hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewamin.

Vê carê operasiyon li dijî wan kesan têne kirin ku beşdarî di ahengîn newrozê de kirine.

Li gor zaniyariyên berdest, di rojên derbasbûyî de li Baneyê hêzên rejîmê 4 welatiyên din yên Kurd bi hinceta beşdarî kirin di ahengên newrozê de binçav kirine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Weke tê zanîn di rojên piştî newrozê jî li Sine, Merîwan, Seqiz û çend bajarên din yên rojhilatê Kurdistanê hijmareke zêde welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.