Li Miyanmarê herî kêm 50 kes hatine kuştin

alozî ji 1ê sibatê destpê kirine û hîn jî didomin.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekarî êrîşî ser xwepîşanderan kirine.

Li gor çapemeniya cîhanî, aloziyên ku piştî kûdetaya leşkerî ya meha derbasbûyî ya li Miyanmarê derketine, hîn jî didomin û Xwepîşanderên Miyanmarî hîn jî li qad û kolanan xwepîşandanê dikin.

Çavkaniyên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di çarçoveya heman alozî û xwepîşandanan de, bi tenê îro li vê welatî herî kêm 50 kesên xwepîşander bi guleya hêzên ewlekarî hatine kuştin.

Weke tê zanîn di destpêka meha Sibatê de li Miyanmarê kûdetaya leşkerî hate kirin û ji vê rojê ve heta niha alozî li vê welatî berdewamin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.