Parêzgarê Hewlêrê jî beşdariya kempîna paqêjkirinê kir.
Îro şemî danê sibê, bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav, dest bi kempîna paqêj kirina cîhên torîstîkî yên Hewlêr û derdorê hate kirin.
Kempîn ji cîhên torîstîkî yên Rojhilatê Hewlêrê destpêkir û têde Parêzgarê Hewlêrê, hijmareke zêde çalakvanên jîngehparêziyê û xelkê dilxwaz jî amadebûn.
Di destpêka destpê kirina kempînê de daxwaz ji xelkê hate kirin ku qedirê jîngeh û cîhên torîstîkî yên Kurdistanê bizanin û wan paqêj rabigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin