Sibê dengdan li ser proje bûdceya fedralî tê kirin

dibêje aliyên Kurdî bo civîna sibê amadene.
کوردستان TV
100%

Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî nehatiye guhertin.

Seroka firaksiyona Partiya demokrata Kurdistanê li parlementoya Îraqê, Viyan Sebirî ragihand ku biryare sibê yekşem parlementoya Îraqê li ser proje bûdceya 2021an ya federalî bicive.

Viyan Sebirî herwiha diyar kir ku, ti guhertinek di rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye kirin, naveroka rêkeftinê her wek xwe ye û hewl tê dayîn ku proje bûdceya fedralî ya 2021an li gor berejwendiyên Kurdistanê were pejrandin.

Derbarê gote gotên hin aliyan ku behsa vê yekê dikin, Bexda ji rêkeftinê poşmane, Sebirî diyar kir ku, em weke aliyên Kurdî bo civîna sibê amadene û heta niha jî ti zaniyarî li berdestê me de tuneye ku îsbat bikin Bexda ji rêkeftinê poşman bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.