Pêşmerge jî bersifa artêşa Îraqê daye.
Artêşa Îraqê ragihandiye ku bo rûbirû bûna metirsî û gefên terorîstên DIŞIê pêdiviya artêşa Îraqê bi hevkarî û hemahengiya hêzên pêşmerge heye.
Li hember daxwaza han, wezareta pêşemrge jî ragihandiye ku ev daxwaza han, ev çend sale ji aliyê wezareta pêşemrge ve hatiye pêşkêşkirin lê her car bi hincetekê artêşa Îraqê ev daxwaza han bicîh neaniye.
Wezareta pêşmerge herwiha diyar kiriye ku bi dehan car, wezareta pêşmerge daxwaz kiriye daku odeyeke hevbeş di navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge de bo rûbirû bûna DIŞIê were avakirin, lê wezareta berevanî ya Îraqê heta niha amade nebûye ev yek pêk were.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin