5 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê 601 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li li Dihukê hatiye tomarkirin ku 216 kese.
Herwiha hate zanîn di nava heman demê de 222 kes jî baş bûne û 5 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin