Di meha Nîsanê de dest bi diyaloga dîplomatîkî tê kirin.
Peyvdara Koşka Spî Jen Saky ragihand ku Amerîka vê têkiliyên xwe yên li gel Îraqê nû bike û di meha Nîsanê de dest bi diyalogeke nû ya dîplomatîkî di navbera Amerîka û Îraqê de were kirin.
Saky eşkere kiriye ku ev diyaloga han ya dîplomatîkî dibe derfeteke gelek girîng bo giftûgo kirin li ser têkiliyên ewlekarî, emnî, bazirganî û çandî yên di navbera her du welatan de.
Saky behsa armanca hêzên hevpeymanan kiriye û gotiye: Di civînê de tekez li ser vê yekê tê kirin ku armanca yekane ya hêzên hevpeymaniya cîhanî pêşî girtin ji dûbare serhildana terorê ye li Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin