Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesên din ji ber koroneyê jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusa koroneyê jiyana xwe ji dest dane, 2 mêr in ji Hesekê ne û jinek jî ji Qamişlo ye.
Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 76 kesên din bi korona ketine, ji wan 39 mêr û 37 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 19
Qamişlo: 22
Dêrik: 6
Amûdê: 4
Dirbesiyê: 4
Reqa: 10
Tebqa: 10
Şehba: 1
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyan hêjmara pêkhateyên koroneyê gihaşt 9 hezar 297 kesan, ji wan 361 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 275 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin