Li Kudistanê zêdetir ji 500 kesan bi Koronayê ketin

heta niha bi giştî 3 hezar û 617 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 514 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 172 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 224 berketiyên berê jî baş bûne û 7 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 116 hezar û 811 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 617 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.