Serokê herêmê li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya

tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê Osman Xanimî kir.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî li Îraqê, erk û pîwerdariya hêz û dezgehên ewlekarî bo parastina asayîşa bajaran, xwepîşandanên vê dawiyê yên li çend parêzgehên Îraqê, metirsiya dubare serhildana terorê, pêngavên cîhbicîh kirina rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê û hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên artêşa Îraqê y abo rûbirû bûna terorê hate kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û lez kirin di gav avêtinê bo cîhbicîh kirina rêkeftina han bi alîkariya aliyên din yên têkildar kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.