Termê Dr, Kemal Mezher gehêşte Kurdistanê

Serokê herêmê dibêje ji dest dana kemal Mezher wendahiyeke mezine bo Krudistanê.
کوردستان TV
100%

 

Di 16ê Adarê de koça dawî kiribû.

Îro danê sibê termê Rewşenbîr, Nivîskar û Dîrokzanê Kurd Dr, Kemal Mezher bi rêya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bo Kurdistanê hate veguhastin.

Her li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê bi merasîmeke fermî û biheybet pêşwaziya termê Dr, Kemal Mezher hate kirin.

Di heman merasîmê de çend pevy û gotar hatin pêşkêşkirin û aliyên beşdar, deste gula rêzdariyê li ser termî wî danîn.

Di merhasîma han de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û behsa jiyan û xebat û têkoşîna Kemal Mezher kir û ragihand ku rehmetî bo eşkere kirina rastiyên dîroka Kurdistanê gelek zehmetî kêşaye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kemal Mezher kesek xwedan berhemên girînge, xizmeteke baş pêşkêşî dîrok û bizava rewşenbîriya Kurdistanê kiriye û ji dest dana wî jî wendahiyeke mezine bo Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.