Jiber ku beşdarî di ahengên newrozê de kirine hatine girtin.
Di rojên derbasbûyî de 5 welatiyên Kurd xelkê bajarê Şino ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve bi hinceta beşdarî kirin di ahengên newrozê de hatine girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê jî belav kiriye ku ew welatiyên hatine girtin, heta niha çarenivîsa wan nediyare ku kes nizane li kûderê ne û çi bi ser wan de hatiye.
Ji aliyeke din ve li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û çend bajarên din yên rojhilatê Kurdistanê hijmareke zêde welatî hatine giritn.
Weke tê zanîndi şeva newrozê de hijmareke pêşmergeyên partiya demokrat ya Kurdistanê/ Îran ketibûn nava bajarê Şino û li gel xelkê agirê newrozê pê kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin