Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên jiyana xwe ji dest dane mêrek ji Hesekê û Jinek ji Dêrikê ye.
Ciwan Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê ketine ew jî 58 mêr in û 45 jî jin in û li van herêman in:
Hesekê: 21
Qamişlo: 48
Dêrik: 5
Girkê Legê: 6
Rimêlan: 1
Dirbêsiyê: 2
Reqa: 9
Tebqa: 5
Dêrazor: 4
Kobanê: 1
Kampa Holê: 1
Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 9 hezar û 221 kesan ji wan; 358 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 274 kes baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin