Piraniya girtiyan endamên dîwana ceng û xenîmetan bûne.
Dezgeha ewlekariya nîştimanî ya Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên dijî terorîstên DIŞIê de, operasiyoneke din li Mûsilê hatiye lidarxistin û di operasiyona han de 11 terorîstên din yên DIŞIê hatine girtin.
Li gor daxuyaniya dezgeha ewlekariya nîştimanî ya Îraqê piraniya terorîstên girtî endamên dîwanên ceng û dîwana xenîmetên cengî ya DIŞIê bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku terorîstên girtî ser bi eyaleta deşta Nînowa û Dîcle ya terorîstên DIŞIê bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin