Amerîka: Lazime Tirkiye nebe xwedan S400

dibêje nabe Tirkiye bibe xwedan S400an.
کوردستان TV
100%

Dibêje çareseriya yekane ewe Tirkiye dev ji S400an berde.

Qirîza navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser sîstema berevaniya mûşekî ya S400 berdewame.

Her çend heta niha Amerîka û NATO bi eşkere gotine ku nabe Tirkiye ev sîstema han ya mûşekî bikar bîne, lê Tirkiye li ser bikar anîna sîstema han bi îsrare.

Her di vê çarçoveyê de jî balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê David M. Satterfield ragihand ku çareseriya yekane ya qirîza han ewe ku Tirkiye dev ji sîstema han berde.

Satterfield diyar kirk u siyaseta Amerîkayê li hember S400an nehatiye guhertin û lazime Tirkiye nebe xwedan S 400an.

Weke tê zanîn beriya niha Amerîka jiber S400an dorpêç jî danîbû ser kerta pîşesaziya berevanî ya Tirkiyeyê û hijmarek ji rayedarên Tirkiyeyê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.