Senatorên Amerîkî nameyek bo Biden şand

di komkujiya han de zêdetir ji 1 miliyon ermenî hatine kuştin.
کوردستان TV
dema xwendinê kêmtir ji (135 peyv)
100%

 

Daxwaz dikin bûyerên 1915an weke genocide nas bike.

Komîteya têkiliyên derve ya Kongrêsa Amerîkayê ragihand ku hijmareke gelek zêde ji Senatorên her du partiyên komarî û demokrat derbarê bûyerên sala 1915an de nameyek bo Serokê Amerîkayê Jeo Biden şandine.

Di nameyê de Senatorên Amerîkî daxwaz ji Serokê Amerîkayê kirine daku bûyerên 1915an weke komkujiya ermeniyan (genocide) binase.

Bûyerên 1915an ji aliyê Tirkan ve li dijî Ermeniyan pêk hatine û di encama wan de zêdetir ji 1 miliyon Ermenî hatine kuştin.

Tirkiye ev bûyerên han înkar dike, lê gelek welatên cîhanê ev bûyerên han weke genocida Ermeniyan nasîne û her sal di salvegera wan bûyeran de çavên Tirkiyeyê li gotinên Serokê Amerîkayê li ser wan bûyeraye. Tirkiye gelek ditirse ku Amerîka wan bûyeran weke genocide binase.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.