Topxaneyên Tirkiyeyê gundewarên Sîdekanê topbaran kirin

topbaran bûye sedema çê bûna fikaran li cem şêniyên deverê.
کوردستان TV
100%

 

Zirarên madî ketine deverê.

Piştî nîvroya îro înê, topxaneyên artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna gerîlayên pkk gundewarên Sîdekanê bordiman kirin.

Bordiman û topbarana han ti zirarên canî li pey nebûye lê zirarên mezin yên madî gehandiye wan deveran.

Birêveberê nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistantv re ragihand ku topbarana han zirarên madî gehandiye deverê û bûye sedema tiris û çê bûna fikaran li cem şêniyên deverê.

Weke tê zanîn artêşa Tirkiyeyê jiber hebûna PKKê berdewame li ser bordiman û topbaran kirina deverên sînorî yên Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.