Hêzên hevpeyman cebelxaneya kevn jinav dibin.
Îro vê hêzên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê li nêzî Hewlêrê cebelxaneyeke zêde ya kevin biteqîne.
Li ser vê mijarê jî birêveberatiya Polîsê Hewlêrê daxuyaniyek bo raya giştî belav kiriye.
Polîs di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku vê îro pêncşem 18ê Adarê li nêzî Hewlêrê di seat 12 heta 3 piştî nîvroyê vê dengê teqînên mezin were bihîstin, bila welatî û şêniyên Hewlêr û derdorê hayedar û baldar bin û netirsin, jiber ku ev teqîn bi agehdariya hêzên ewlekarî tên kirin û ne tişteke metirsîdare, tenê hevpeymaniya cîhanî cebelxaneya xwe ya kevin ji nav dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin