QSD`ê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin û êrişên bejahî li dijî herêmê li dar xistin. Her wiha daxuyand ku şervanên wan êrişên çeteyan têk birin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hate rûxandin. Topbarana dijwar li ser navçeyê hîna berdewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û şerê di navbera hêzên wan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, daxuyaniyek da raya giştî.
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “di 16 û 17`ê Adarê de çeteyên dagirkeriya Tirk herêma Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin.
Her wiha di 17`ê Adarê de çeteyan êrişên bejahî li dar xistin û di saet 21:30`an de êrişî gundê Seyda kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên QSD`ê bersiva êrişa çeteyan dan û şer derket.
Li gorî daxuyaniyê de “di wê şerî de 3 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî hat ruxandin.
Piştre çeteyan êrişî gundê Mielek kir. Li wir jî di encama bersivdayina şervanên me de şer derket. Di wê şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.”
Navendê diyar kir ku her du êrişên çeteyan vala hatin derxistin û çete neçar man paşde vekişin.
Piştî şer, gundên Seyda, Mielek, Cedîda û rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Trik ve heta seatên sibehê bi dijwarî hatin topbarankirin.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin